Mewluda Nebî Kürtçe Sözleri - 2. BÖLÜM
2. Bölüm Ew kesê ku talibê xeyrê pir e Guh bide vê mewluda peyxember e Yek rîwayet ku ji Muhemmed hatiye Qedrê mewluda me ê ku girtiye Hin pere mesruf kirî ber mewludê Wek çiyakî zêr di xeyrê dadidê Lê ebubekrê siddiq gotî bira Kê di ber mewludê ra serfkê pera Hem bide xwendin bizanî qîmetê Bû hevalê min di rê ka cennetê Got omer mewlud go kê teqdîr kirî Wê ji xwe ra îslametî îhya kirî Gotî osman mesrefa mewludê deyn Wek tu çûyê xezweya bedr û huneyn Hem alî derheqê wê da gotîye Qedrê mewluda Muhemmed girtiye Wê bi îman derkevê bal axretê Bê hîsab ew kes diçê nav cennetê Surrê seqtî fexrê razî hem cuneyd Ya fi’û me’rûfê kerxî ey ‘ubeyd Her weha şeyxê welîyan yek bi yek Wesfê mewluda Mumemmed dan gelek Gotine ku ew mirovê qenc û zan Ba kê çand ehlê birayê misliman Wer girê lubsê munasib bêhna xweş Mewludek da xwendin û ba dilkî xweş Wê herê heşrê di gel sefa berê Di vexwêy avê ji hewzê kewserê Ê ku xwendî ser pera zêde bûwî Ji bo Muhemmed nabê vala destê wî ...