Mewluda Nebî Kürtçe Sözleri - 2. BÖLÜM
2. Bölüm
Ew kesê ku talibê xeyrê pir e
Guh bide vê mewluda peyxember e
Yek rîwayet ku ji Muhemmed hatiye
Qedrê mewluda me ê ku girtiye
Hin pere mesruf kirî ber mewludê
Wek çiyakî zêr di xeyrê dadidê
Lê ebubekrê siddiq gotî bira
Kê di ber mewludê ra serfkê pera
Hem bide xwendin bizanî qîmetê
Bû hevalê min di rê ka cennetê
Got omer mewlud go kê teqdîr kirî
Wê ji xwe ra îslametî îhya kirî
Gotî osman mesrefa mewludê deyn
Wek tu çûyê xezweya bedr û huneyn
Hem alî derheqê wê da gotîye
Qedrê mewluda Muhemmed girtiye
Wê bi îman derkevê bal axretê
Bê hîsab ew kes diçê nav cennetê
Surrê seqtî fexrê razî hem cuneyd
Ya fi’û me’rûfê kerxî ey ‘ubeyd
Her weha şeyxê welîyan yek bi yek
Wesfê mewluda Mumemmed dan gelek
Gotine ku ew mirovê qenc û zan
Ba kê çand ehlê birayê misliman
Wer girê lubsê munasib bêhna xweş
Mewludek da xwendin û ba dilkî xweş
Wê herê heşrê di gel sefa berê
Di vexwêy avê ji hewzê kewserê
Ê ku xwendî ser pera zêde bûwî
Ji bo Muhemmed nabê vala destê wî
Go sual jê tê kirin bi îzna xwedê
Ew di qebrê da cewabek xweş didê
Xaniyê mewlud ku têda xwendina
Tê hemandin ew ji diz û duşmena
Hem ji şewt û xerq û afat û bela
Hem hesûd û çav xirab û hem xela (ğela)
Meclîsa mewlud gotî xwendin li wî
Lê heta salkî melek naçin ji wî
Ew didin rehm û selatan ser kesê
Daye xwendin mewluda wê meclîsê
Kê bi mewludê ra deynê xwarinê
Çend musulman guh bidin vê xwendinê
Ê bixwey zad û taamê mewludê
Têne qelbê wî hezar rehmê xwedê
Ger bixwê hin xwê genim yan şerbetê
Ew ji qelbê wê dibê her ‘illetê
Ew kesê eşqa Muhemmed pêre bê
Ku bikê qesda ciyê mewlud hebê
Ku herê wê meclîsê bi vê nîyetê
Her wekê wî kirye qesda cennetê
Kî dixwazê ku Muhenmed şa bibê
Qîmetê vê mewluda wî zanibê
Lew bi hûbba wî îman kamil dibê
Cenneta baqî bi wî hasil dibê
Ê ku qîmet dane mewluda nebî
Bûn xwediyê qedr û keramet ey ebî
Pir ji eşqa wesfê wî mesref kirin
Wan meqamê ‘alî xeyrê pir birin
Em bi çêbûna Muhemmed pir xweş in
Em misilman serbilind in dilgeş in
Ez ji dana wesfê wî dûr im heqîr
Nîn e eşqa dilmirî me ez feqîr
Hûn ji eşqa dil bibêjin berdewam
Ser Muhemmed essellatu wesselam.
Hub: Sevgi, Tutku
Zad: Azık, Yol Azığı

Yorumlar
Yorum Gönder