Seyîdxan Mêrdînê Sözleri
Mêrdînê bexçê gulan
Cîh û meskenê yar û dilan, delalê
Dilkê min birîye ji xwe re, xemrevînê
Li Mêrdînê heyvek hilat
Mîna bûka serbixêlî, Mêrdînê
Şox û şemal çi qas lê hat, delalê
Weke zerya li şaneşînê
Keziyên dirêj yeko yeko dihonê
Awir da min wê çavşînê, delalê
Subhan ji wê bejna te re
Hiş û sewda birî ji xwe re
Çavê min li te digere, delalê
Mêrdînê deşt û ber e
Qesr û qonax ji mermer e, delalê
Navê evîndaran li ser e, şêrînê
Zinara te bejna te ye
Nisêbîn Dêrik û Mîdyadê rex te ye
Zeynel Abdîn, Mor Yaqûb xemla te ye.
Yorumlar
Yorum Gönder