Mewluda Nebî Kürtçe Sözleri - 1. BÖLÜM (Muhammed Emin Haydari Mevlidi)
1.Bölüm
Em bidin hemdê xwedê ey musliman
Daye me peyxemberê axir zeman
Ey xwedayê go hîdayet daye me
Nî’meta xweş dînê îslam daye me
Nî’meta ji her nî’metê xweştir ev e
Minneta ji her minnetê mestir ev e
Go me îman aniye bi rebbê ‘ezîm
Em muşerref bûn bi Qur’ana Kerîm
Ey xwedayê xaliqê ‘erd û sema
Tu nehêlî ummeta ha der xema
Em gunehkar çav li xufrana te ne
Hêvîdarê rehm û îhsana te ne
Em bi îman bêne erda mehşerê
Pey Muhemmed herne hewdê kewserê
Ey Muhemmed ey şefî’ê ummetê
Hadî û Mehdî hebîbê îzzetê
Ey tu bûyî çêtirê kewn û mekan
Şehsiwarê alema fexra cîhan
Ey Muhemmed ey resûlê îns û cin
Xwediyê tac û beyreqa roja mezin
Mesneda vê ummeta ha her tu wî
Deriyê fetha cenneta me her tu wî
Ey Muhemmed ey îmanê enbiya
Ey tu nûra rûh û canê ewliya
Em gunehkar û de’îf in bê emel
Hêvî ma efwa Xwedê ezzewecel
Em bi cahê te xelas bin ey nebî
Rûh û canê me feda canê te bî
Hûn ji eşqa dil bibêjin berdewam
Ser Muhemmed essellatu wesselam.
Minnet: İyilik, yardım, bağış, lutuf, kerem
Muşerref bûn: Şeref kazanmak, şereflenmek
Xufran: Allahın kullarını azaba uğramaktan koruması
İhsan: Bağışlama
Kewn û mekan: varlık, kainat, mevcudiyet
Şehsiwar: süvarilerin şahı, en iyi binici
Kewn: var olmak, meydana gelmek
Ezzewecel: aziz ve Celil, daima galip, izzet ve azamet sahibi
Hidayet: doğru yol

Yorumlar
Yorum Gönder