Ez te nadim malê dinê - Sözleri

1. helbest û strana mîrê tembûrê nemir seîd yûsiv e.

kur
ez te nadim bi malê dinê 
esmer rindê emrê minê
bi şev û roj te ji bîr nakim 
her saet tu li bîra minê





keç:
reste kuro ji te bawer im
ew agir ez jî li ser im 
mi di vê herdem li cem te bim 
li ber çavê te herim werim

kur:
ji te pêve mi kes nîne
ji eşqa ketim livîn e
dilê min tim li cem teye 
kes nîne dilê min bîne

keç:
dilê me her weke hev in
em çi bêjin em ê hev in
ê divê xwedê bidê wan
ê nevê ber ticar nevin 

kur:
keçê dilê min helîye
weke berfa ii serê çîye
de em bikin kêyf û seyran 
îşê xelkê bi me çiye

keç:
bes van derda bike peyda 
ez çi bêjim tu ne xeyda 
rabe de em herin welat 
hev bikin em li cem seyda

keç û kur:
em tifiqîn ser vê yekê
rab tu bi serê bavê xwekê 
emê herin kurdistanê 
kurd li dîlanê meyzekê

https://tirsik.net/index.php?mijarid=32190&iro=on&rupel=2

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Mervan Tan - Çêna Zalima Sözlerii