ev çi dil e singê te da yara min
Gelî hevalan gelek stranên me jî aliyê bikarhênerên tiktokê tê xirabkirin. Bi taybetî min xwest vê stranê bi binnivîs amade bikim û ser kanala xwe parve kim. Ji ber çi? Ji ber ku ev stran tora civakiyê de bûye henek û tinazên nijadperestan. Em tu carî vî tiştî qebûl nakin.
Û dixwazim wana jî bêjim bila bikarhênerên tiktokê vîdeoya ku min amade kiriye bê destûr li ser hesabên xwe parve nekin. ez şerefa tiktokkerên Kurd ku bi zimanê xwe nanivîsin im
Ev çi dil e, singê te da yara min
Wek zaroka ez girîyandim yara min
Te rihim li halê min ne kir yara min
Hindî şayî ez êşandim yara min
Te ez bo birîndar kirim, yara min
Te bo çi wel min kir zalim yara min
Ji dûriya te nêşim bijîm yara min
Bê taqet im, her dinalim yara min
Ji ber qedra te li min kirî yara min
Xew nakevête çavê min yara min
Li min çi nojdar nehêland yara min
Çare ser nebû derdê min yara min
Gotin û Muzîk: Arîf Çoban
Yorumlar
Yorum Gönder