Seîd Yûsiv - Çavê Xezalê Şarkı Sözleri - Gotinên Stranê


Çavê Xezalê

Çavê te xweş çavên xezalê
Ne çavê xezala li berîyê
Qirka te dirêj e delalê
Ne qirka qazê yan qumrîyê
Singa te sipî ye hevalê
Ne ew berfa li serê çiyê
Lêvê te şerbet in kulmalê
Ne ava diherike ji kanîyê

Bê hiş û sewdan im ji bo te
Carek te bi min re neda civan 
Lê xwezka rojek te bigota
Îşev li cem min tu bibe mêvan
Çend maç te daba cot bi cot e
Ew singa te hatiba tevdan 
Ber min cile rihê xwe bifrota 
Ji bo te ez gerya be bûba şivan

Ez ji te bi hêvî û guman im 
Bo te dinalim dil bi evîn e
Ji xelkê were ez dîn û nezan im 
Ti dibê teva evîn nedîne
Go te dibînim weka beran im
Ji kerba te ketime livînê
Serîkî were nebê ez giran im
Tu wer min ji halî derîne 

Gotin û Muzîk: Saîd Yûsiv 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Mervan Tan - Çêna Zalima Sözlerii

Ez te nadim malê dinê - Sözleri