Kayıtlar

Haziran, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Seîd Yûsiv - Çavê Xezalê Şarkı Sözleri - Gotinên Stranê

Çavê Xezalê Çavê te xweş çavên xezalê Ne çavê xezala li berîyê Qirka te dirêj e delalê Ne qirka qazê yan qumrîyê Singa te sipî ye hevalê Ne ew berfa li serê çiyê Lêvê te şerbet in kulmalê Ne ava diherike ji kanîyê Bê hiş û sewdan im ji bo te Carek te bi min re neda civan  Lê xwezka rojek te bigota Îşev li cem min tu bibe mêvan Çend maç te daba cot bi cot e Ew singa te hatiba tevdan  Ber min cile rihê xwe bifrota  Ji bo te ez gerya be bûba şivan Ez ji te bi hêvî û guman im  Bo te dinalim dil bi evîn e Ji xelkê were ez dîn û nezan im  Ti dibê teva evîn nedîne Go te dibînim weka beran im Ji kerba te ketime livînê Serîkî were nebê ez giran im Tu wer min ji halî derîne  Gotin û Muzîk: Saîd Yûsiv 

Ez te nadim malê dinê - Sözleri

1.  helbest û strana mîrê tembûrê nemir  seîd yûsiv  e. kur :  ez te nadim bi malê dinê  esmer rindê emrê minê bi şev û roj te ji bîr nakim  her saet tu li bîra minê keç : reste kuro ji te bawer im ew agir ez jî li ser im  mi di vê herdem li cem te bim  li ber çavê te herim werim kur : ji te pêve mi kes nîne ji eşqa ketim livîn e dilê min tim li cem teye  kes nîne dilê min bîne keç : dilê me her weke hev in em çi bêjin em ê hev in ê divê xwedê bidê wan ê nevê ber ticar nevin  kur : keçê dilê min helîye weke berfa ii serê çîye de em bikin kêyf û seyran  îşê xelkê bi me çiye keç : bes van derda bike peyda  ez çi bêjim tu ne xeyda  rabe de em herin welat  hev bikin em li cem seyda keç û kur : em tifiqîn ser vê yekê rab tu bi serê bavê xwekê  emê herin kurdistanê  kurd li dîlanê meyzekê https://tirsik.net/index.php?mijarid=32190&iro=on&rupel=2

Seîd Yûsiv Çava kil ke Sözleri

helbesta  seîd yûsiv  e. ji aliyê gelek stranbêjan hatine strandin.  mihemed şêxo ,  şehrîbana kurdî  jî têde gelek stranbêj ev helbest distriye. lê nizanim çima her kes gotinê stranê ji hev cuda bi lêv kirine. helbest pirtûka seîd yûsivê de wiha derbas dibe;  kur : çava kilke xeml û xêla xwe girêde keça delal were dilê min der man ke  te derb lêde û bêje menal  were were were were were were ez xwa nakim ji kul û ji van kedere  keç : nayêm nayêm nayêm nayêm  nayêm dil derman nakim  nayêm ez ne dektor im de ez birîndara rakim kur : keçê ez mirim te bi xwe li min  rakir fermane û dil şewitî  were bi mi ve dîtna te ji min re dermane û ti na labetî  keçê te baskê min jêkirin mam bê mefer kor bûm mi da ser şopa te  û nîne veger keç : lawo xuya ye derdê te pir giran in ez jî bi xwe zanim awrê min êş û jan in kur : dem û dewranê ez xapandim  dilêm carek li dêv te meşî  te es kirim wek ker û gêja  kul bûn ...

Şehribana Kurdî Keça Delal Sözleri

Çava kilke xeml û xêla Xwe girêde keça delal Were dilê min derman bike Te derb lêde û nego menal  Keçê te baskê min jêkirin Ez mam bê mefer Ez kor bûme ez dîtna te ez  Nayêm nayêm nayêm nayêm  Nayêm dil derman nakim  Ez ne dektor im Ez birîndara ra kim Dem û dewran ez xapandim Û dil bê carek şewitî Were min bi ve dîtna te ji min re derman e  Ez na labet im. Were were were were were  Were were were were were  Were were were were were  Were were were were were  Nayêm nayêm nayêm nayêm  Nayêm dil derman nakim  Ez ne dektor im Ez birîndara ra kim

Gotinên Strana Gerdengaz - Gerdengaz Şarkı Sözü

Gotinên Strana Gerdengaz - Gerdengaz Şarkı Sözü Gerdengaz tu gerdengazî  Guh bide min belengazî Te ez kuştim bê sûc û sebeb  Bêje min tu çi ji min dixwazî Gerdengaz, gerdengaz gerdengaz Delalam gerdengaz, berxa min gerdengaz tu gerdengazî Bi qapan gelek nefs mezin  Gelek car min ji te kir gazin  Silavkî bide bi wî destê bazin  Bo dilê min ji te bibe razî Gerdengaz, gerdengaz gerdengaz Delalam gerdengaz, berxa min gerdengaz tu gerdengazî   Bê mal im ji min re ne xem e  Bê hal im aşiqê te me  Dinalim ti nabê çime Ma te di vê bibim rût û tazî Gerdengaz, gerdengaz gerdengaz Delalam gerdengaz, berxa min gerdengaz tu gerdengazî Min divê tu bi min re bikenê  Û dest bavêjim wê gerdenê  Min ji te hez kir carek bi tenê  Wê ji min re bibe serfirazî Gerdengaz, gerdengaz gerdengaz Delalam gerdengaz, berxa min gerdengaz tu gerdengazî Helbest, awaz û strana mîrê tembûrê yê seîd yûsiv e. Di gotinên stran û helbestê de hinek guhertinên piçûk hene. D...

Berfîn Aktay - ez te nadim malê dinê sözleri

gotinên stranê  ez te nadim bi malê dinê  esmer rindê emrê minê bi şev û bi roj te ji bîr nakim  her saet tu li bîra minê reste ez ji te pir bawer im li ser agirî ez jî li ser im  mi di vê herdem li cem te bim  li ber çavê te ez herim werim keçê dilê min helîye weke berfa li serê çiya de em bikin kêyf û seyranê ma îşê xelkê bi me çiye û çend tiştek din jî dixwazim bêjim çend qaşostranbêj hene gû dixin nav stran û gotinên stranê. hemd jî Xwedê be ku ev stranbêja zimanhez û kurdewar wisa nine.  Gelî guhdarên hêja: ev stran û awaz û helbesta nemir seîd yûsiv e. çend guhertinên piçûk di nav gotin û peyvê stranê de heye. yanê helbesta ku seîd yûsiv nivisiye rasterast heman tişt nine. lê ez bawer im ev tiştekî normal e. helbesta resen: https://tirsik.net/index.php?mijarid=32190&iro=on&rupel=1