Jiyana Ehmedê Xanî | Ehmedê Xanî’nin Hayatı
Dibêjin ku di bihûştê de dareke bi navê Tûba heye. Dare ku bi xêr û ber, bi bereket û pîroz e. Bi şibandina nivîskar Evdirehman Dur re; Ehmedê Xanî jî dara Tûba ya bihûşta Kurdistan e. Her çiqas ku gihiştina çîroka jiyana Xanî wekî efsaneya teyrê Anka bi esrar û zehmet be jî dîsa navê Xanî û navên berhem û hunerên wî, wek perên rengîn û pîroz yên teyrê Tawis li her derê weşiyane û gihiştine me. Bapîrê Xanî Ristem Begê eşîra Xanî, ji herema Colemergê bi koçberî çûye Bazid ê ku îro navçeya Agirî ye. Cihê tirba Xanî ye. Nakokî û fikrên cûda hebin jî bi baweriya piraniya lêkolîner û wêjenasan; Xanî di sala 1950’an de ji dayik bûye û 1707’an de jî çûye ser dilovaniya xwe.
Xanî vê yekê di berhemên xwe de wiha tîne ziman;
Lewra ku dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû
Dîroka “fekbûna ji xeybê” yanî “xelasbûnê jî nediyariyê” bi dîroka salnameya Hîcrî 1061 e. Û bi dîroka mîladî dibe 1650 an jî 1651 û ev dîrok wekî salbûna Xanî tê zanîn.
Ehmedê Xanî di 14 salî de dest bi nivîsê kiriye. Xanî di 14 saliya xwe de berhema xwe ya “Mem û Zînê” nivîsiye û di navbera 30 salî de vî berhemê qedandiye. Xanî dema ku “Mem û Zînê” amade kiriye temenê wî 44 bûye.
Îsal gihişte çil û çaran
Ev pêşrevê gunehkaran
Berî Xanî ji dayik bibe bi 10-15 salan, axa Kurdan bi peymana Qesra Şêrîn di nav Osmaniyan û Safeviyan de hatibû parvekirin. Xanî di rewşeke wisa reş û tarî de tê dinê.
Tasek ji vê ava zelal nadim bi hewzê kewserê
Levhatina qesra şêrîn jê nabînim tu meferê
Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê
Xanî li medreseya Muradiyeyê dest bi xwendina xwe kiriye û li dû wê jî çûye Xelat, Bedlîs, Riha, Cizîr, Bexda, Şam û Helebê. Hema li hemû derê welêt û li ciyên wekî Îran, Misir û Stenbolê geriyaye. Li van deran desthilatdarên xwe jî baş naskiriye. Zimanên her sê netewan; Farisî, Tirkî, Erebî û zaravayên Kurdî Kurmancî û Soranî jî baş dizanibû.
Kurmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi-l cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me îtîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek
Tekmîlê dikir me dîn û dewlet
Tehsîlê kir me ilm û hîkmet
Berhemên Xanî yên herî navdar; di serî de Mem û Zîn, Eqîdeyên Îmanê, Eqîdeyên Îslamê, Nûbihara Biçûkan û Dîwan in.
Sernameyê name, namê Ellah
Bênamê wî natemam e wellah
Wisa destpêdike Xanî di berhema xwe yê namdar Mem û Zînê de. Ev berhema zêrîn di nava xwe de gelek tiştên grîng vedişêre. Çanda Kurd û Mezopotamyayê, pesna Xwedê û olê, sîtema ji beg, axa û mîran parastina netew û ziman;
Memê Alan; nîşana gelê Kurd ê dilbirîn
Zîna Zedan; gulîstana xemgîn û rengîn e
Evîna wan; evîna azadîyê ye
Bekoyê Ewan; nîşana fesadîyê ye
Tacdîn; cengvan, şoreşger û şoreşvan e.
Şerha xemê dil bikim fesane
Zîn’ê û mem’ê bikim behane
Wekî ku em di van hevokan de jî dibînin, Mem û Zîn ne bi tenê çîrokeke evîndarîyê ye. Behanekî nîşana êş û jana gelê Kurd e. Nîşana çand û folklora Kurdî ye. Sîtema pirsgrêkên welat e. Di nava ew qas êş û birînên mezin de Xanî, nifşên pêşerojê jî ji bîr nekirîye û ji bo ku di bin bandora çand û zimanê Erebî nemînin ji bo zarokan pirtûka “Nubihara Biçûkan” nivîsîye. Ev pirtûka ku wekî ferhenga Kurdî-Erebî hatîye nivîsin nîşaneke mezin a welatparêzîyê ye. Dîsa ji bo perwerdehîya zimanê zikmakî ev pirtûk, li her alîyê Kurdistanê de û di medreseyan de wekî pirtûkeke bingehîn dihat jiberkirin. Xanî hê di destpêkê de dibêje ku wî ev pirtûk ji bo zarokên Kurd ên hêjar ji bo bi zimanê xwe yê zikmakî hêsantir hîn bibin nivîsandîye.
Vêk êxistine Ehmê Xanî
Nav lê Nubihara bîçûkan danî
Me ji bo sahibê rewacan
Belkî ji bo piçûkê Kurmancan
Di heremê de Xanî, ji alîye gêl vê pir dihat hezkirin. Ehmedê Xanî wek mînak dihat hesibandin. Û navê wekî “Mele Ehmedê Xanî” “Ehmedê Xanî Efendî” “Hezretî Ehmedê Xanî” “Şêx Ehmedê Xanî” lê hatîye kirin.
Ev yek di stranên geleriyên heremê de jî xwe eşkere dike.
Medres çêkir li nava çiya
Xanî gula di nav ewlîya
Resullilah nezer lê da
Medet ya Ehmedê Xanî
Hivzam vekir li vî zemanî
Te li Bazidê mekan danî
Tê zanîn ku her mirov di warê wêje û çandî de di bin bandora kesayetîyên mezin ên berîyê xwe de dimîne. Xanî jî di bin bandora mezinên Kurdan wekî “Elî Herîrî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî” de maye. Di helbestên xwe de jî vê diyar kirîye.
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bika Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimayî Heyran
Her wiha di felsefeya Xanî de mirov rastî şopên ola zerdeştîyê jî tê.
Mela xwe jî rengê qewmê zerdeşt
Da ber agir û gazîya xwe rahişt
Xelq vedimale agir bi avê
Ez vedimalim bi agir avê
Xanî wek Celadet Bedirxan jî gotî “derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kirîye û ew axifandîye.” Û di 56’ê xwe de di sala 1707 de diçe dilovanîya xwe.
Tirba Ehmedê Xanî jî li berpala bikindahîyeke Bazidê ye. Nezîkê çiyayê Agirîyê ye. Li kêleka qesra Îshak Paşa ye.
Amadekar: Rojdî û Welat
Yorumlar
Yorum Gönder