Yelda Abbasi Lê Yarê Sözleri
Ez ku îro pir xemgîn im lê yarê Lê yarê gulnarê Çav li bînan digerînim lê yarê Lê yarê hevalê Nîşan ji te ez nabînim gulnarê Nîşan ji te ez nabînim gulnarê Derdê dilê min karî ye lê yarê Lê yarê gulnarê Qusan canê min xwarîye lê yarê Lê yarê hevalê Dîdar maye qiyametê gulnarê Dîdar maye qiyametê gulnarê Cahilan kuştin jinan birin lê yarê Lê yarê gulnarê Gulnarê min hêsîr kirin lê yarê Lê yarê hevalê Wan firotin li kûçe û bazarê Ez ku îro pir xemgîn im lê yarê Lê yarê gulnarê Çav li bînan digerînim lê yarê Lê yarê gulnarê Nîşan ji te ez nabînim gulnarê Nîşan ji te ez nabînim gulnarê Nîşe: Ez li înternetê dinêrim gelek kes wateya vî stranê xelet diguhere. Ji ber ku wateya peyvan nizanin vî xeletî dikin. Çend mînak; Bîn: Kon, Çadirê koçeran Cahilan: Ciwan, Piçûk, xort. Zarokên ku hîn tiştek nizanin Karî: Gelek, pir Dîdar: hevdîtin Qusan: Ev peyv xelet dinivîsin gelek cîh de wek “xosan” hatîye nivîsandin. “Qusan” peyveke erebî ye. Tê wateya êş, derd, jan, xem...