Meryem Xan - Helîmê
lê lê were were were were lê wer helîmê
lê lê keçikê dînê rebenê te kirassorê
lê dorê şînê
lê lê kubarê dînê dibê li xelkê tahl e lê li min şîrînê
de were were lê wer helîmê
lê lê helîmê rebenê ez wa nakim
lê ez wa nakim
lê lê ez ê kirasê melesî kitan lê li xwe nakim
lo lo mîro dibê serê sîpanê xelatê berf û bagêr e ax li wê îdare nakim
de were were lê wer helîmê
lê lê were were were were lê wer helîmê
ay keçikê dînê rebenê te kirassorê
lê dorê şînê
ay dayê rebenê li xelkê tahl e lê li min şîrînê
lê lê helîm reben li taxa jorî lê tenûr dada
lê lê helîm rebenê li taxa navê lê rihan av da
lê lê rebbê alemê miradê min û helîma min hasil bike li nav doşek û lihêfa ax lê qedife da
de were were lê wer helîmê
Keçno û xortno qurbana çavê we me êdî dest bi xwendina Kurdî bikin. Lê malmîratno hûn nabînin nifşên nû zimanê xwe nizanin. Hûn nabînin êdî ev çand ev huner tê ji bîr kirin. Qey ma ne heyfa zarokê we ye ku hûn wan fêrî wan tişta nakin.
Yorumlar
Yorum Gönder