Xanemîr & Îbrahîm Rojhilat - Mêvan im Şarkı Sözleri Gotinên Sitranê
Gotinên Sitranê..
Li bajarê Amedê yar evînek giran
Wê rindika li ser bircan keça dilovan
Ew awirên çavê te heyran im heyran
Boy xatirê te li Amedê mêvan im mêvan
Mêvan im ez yar mêvan im li Amedê mêvan
Xeber xweşê wek xezalan maçek ji levan
Ji dertê te ez heliyam nemam ez nemam
Bila tirba min bikolin ber kelh û bircan
Destê min ji te nabe lê eman yar eman
Ew rûkena gula Amed delala dilan
Navê te ez dikolim yar ser kelh û bircan
Boy xatira te li Amedê mêvan im mêvan
Amadekar: Pejmurde
Yorumlar
Yorum Gönder