7. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Te'b û eziyet got ne dît min Amîne
Di temamê mudetê bûm hamile

Min di xewda dît gelek xewnê xerîp
Enbiya hatin bi mizgîn ya hebîb

Bîstê nîsana mîladî salê fîl
Amîne ket halê wîldana cemîl

Nûrekî geş rabû ser nêv xanûman
Bû du şeq çu ser cîhan mislê duxan

Şu'le da der asûmana nû veda
Vê şeva rengîn stêra Ehmeda

Wê demê li ser erd û milkê Farisan
Pir ecêp waqîe bûn di yek zeman

Hem senem tev ketne xwarê bi ser deva
Bû hinarî ji pûtperesta ra teva

Dawiya taxut û pûta vaye tê
Wê li erdê rabe ala wahdetê

Erd û ezman ketne hazir yek mezin
Hate lewra waxtê nebiyê îns û cin

Rehmeta ser alema dozvanê Reb
Bû sebeb şahî û keyfa şerq û xerb

Roj nedî qet mislê îro kaînat
Seyîdê wê lewra îro tê heyat

Dîlbera naz û delal mêhvanê lê
Mest û sekran eşqa weslê daye lê

Anî leylê la-yezalî şu'leyek,
Daye destê mestê bezmê badeyek

Meha nîsanê buhar e reng e reng
Beste xwendên 'endelîban dane deng

Mestirê ser alema bes serteser
Teşrîfa dinyê dike geriya xeber

Hê sefeq da nû zû alem kir şiyar
Birye mizgînî nesîmê nazîdar

Laleyan lew kir dîlan nêc bexçeyan
Bazê rehmê meyilîn ser xonçeyan

Ber bi eşqê seyilîn nehrê cîhan
Wek Firat û Dîjle û Nîlê cîhan

Lew ku Cîbrîl mujde daye her derê
Pir melek çûn ber bi dinyê dane rê

Behr û ber û cenet û teyr û nebat
Ew bi hevra xwendin ezkar û selat

Ser rûyê erdê temamî girte nûr
Lew melek dora cîhanê bûne sûr

Hem bû azad em ji zilmê me di soj
Vaye derket ser cîhanê tav û roj

Ev ne leylan yan xeyalê şehde ye
Ez şiyar im ev ne halê xewnê ye

Meh Rebîul-ewelê roj duşem e
Ehlê eşqê ra îro dem xweş dem e

Ku duwazdeh roj bûye ji vê mehê
Hatiye dinyê Mistefa li Mekkehê

Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam

AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak  göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Ez te nadim malê dinê - Sözleri

Mervan Tan - Çêna Zalima Sözlerii