5. BÖLÜM - Rehberê Xelasî
Piştî 'îsayê Mesîh ku çû sema
Yek resul û yek nebî li dinyê nema
Hin bi hin nêzîk dibû dewra werê
Afîtaba her zeman û her derê
Berya roja Ehmedî bê ser cîhan
Kêm dibûn ew roj bi roj heq rê-rewan
Çend yekê ehlê kîtabê dil şiyar
Wek Behîra çav li rê man hêvîdar
Lew nebî 'îsa û Mûsa herdû ka
Dane mizgîn wan Muhemmed Mustafa
Her çi tewrat her çi Încîl hê ji kevin
Wan didan ewsafê wî zatê mezin
Daye nîşan ku lı dor 'erda feran
Bête dinyê xatemê peyxemberan
Jar û mazlûma dixwest ew bête lez
Lew li çolê bê şivan bû mislê pez
Lew mulûkên bê îman li her derî
Wek gurê har bûn lı ser xelqê bêrî
Zalimên mehrûmê rehm û şefqetê
Hiştîbûn 'alem di nêva zulmete
Ser welat û mulkê dinyayê temam
Roj veşartîbû di nêv 2ewr û xumam
Qetl û talan kufr û tuxyan zêde bû
'Eyb û 'arî sıdq û rastî lê nebû
Hukm û ehkam destê zordestan de bû
Xwediyê bindestan li ber wan lê nebû
Her kesê bê mal mulk ew kole bûn
Deste nêçîrvan de ew wek tole bûn
Xeyrî maldar û tucarên xwînmijî
Mêr jin her kes di koletiyê dijî
Qers û avaniyê wa yê muhteşem
Debdeba wan ku tu dem nayê qelem
Ev tev ava bûn li ser xelkê ketî
Ev wiha reng bû di nav her milletî
Pir zeman borî i dinyê lê belê
Ra nebû ji ser 'alemê ev zulmê lê
Kes nebû lew alîkarê birçiya
Kes ne ket ber dijminê wek ejdiya
Wek tevê dinyê temam mulê 'ereb
Zilm û zorî lê hukum bû roz û şeb
Dînê tewhîdê ji erdê wan hilat
Bûne 'ebdê Lat û 'Uzzaû Menat
Mekkeyê qudsî digel beytul-heram
Ew kirin putxane wan qewmê senem
Boy tevê qewmê 'ereb ew qible bû
Nêv yemen Şam û Hîcaz wek wê nebû
Lew ji boy vê xwest xera ke Ke'beyê
Ebrehe tev leşkerê xwe daye rê
Lê xweda beyta xwe hamî ne hişt
Ew ji zulmê zalima bê paye hişt
Ref bi ref teyrê ebabîl pir gelek
Anî ser Eshabê Fîl Rebbê felek
Wan di avêt ser neyara pir zuxur
Ta helak bûn di nêva zûre zûr
Muşrîkê Mekkê bi heyr li sêr kirin
Lat û 'ûzza wê demê hêj ji bîr kirin
Qudreta Reb da nîşan ev mucîze
Her kesî dît fîl li ber çûk acîz e
Pêncsed û heftê û yek sal bû jimar
Ku ji mîlada Mesîh çû rûzigar
Nêv dîrokê bûye meşhûr ev zeman
Ew bi sala fîl tê zanîn bêguman
Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam
AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.
Yek resul û yek nebî li dinyê nema
Hin bi hin nêzîk dibû dewra werê
Afîtaba her zeman û her derê
Berya roja Ehmedî bê ser cîhan
Kêm dibûn ew roj bi roj heq rê-rewan
Çend yekê ehlê kîtabê dil şiyar
Wek Behîra çav li rê man hêvîdar
Lew nebî 'îsa û Mûsa herdû ka
Dane mizgîn wan Muhemmed Mustafa
Her çi tewrat her çi Încîl hê ji kevin
Wan didan ewsafê wî zatê mezin
Daye nîşan ku lı dor 'erda feran
Bête dinyê xatemê peyxemberan
Jar û mazlûma dixwest ew bête lez
Lew li çolê bê şivan bû mislê pez
Lew mulûkên bê îman li her derî
Wek gurê har bûn lı ser xelqê bêrî
Zalimên mehrûmê rehm û şefqetê
Hiştîbûn 'alem di nêva zulmete
Ser welat û mulkê dinyayê temam
Roj veşartîbû di nêv 2ewr û xumam
Qetl û talan kufr û tuxyan zêde bû
'Eyb û 'arî sıdq û rastî lê nebû
Hukm û ehkam destê zordestan de bû
Xwediyê bindestan li ber wan lê nebû
Her kesê bê mal mulk ew kole bûn
Deste nêçîrvan de ew wek tole bûn
Xeyrî maldar û tucarên xwînmijî
Mêr jin her kes di koletiyê dijî
Qers û avaniyê wa yê muhteşem
Debdeba wan ku tu dem nayê qelem
Ev tev ava bûn li ser xelkê ketî
Ev wiha reng bû di nav her milletî
Pir zeman borî i dinyê lê belê
Ra nebû ji ser 'alemê ev zulmê lê
Kes nebû lew alîkarê birçiya
Kes ne ket ber dijminê wek ejdiya
Wek tevê dinyê temam mulê 'ereb
Zilm û zorî lê hukum bû roz û şeb
Dînê tewhîdê ji erdê wan hilat
Bûne 'ebdê Lat û 'Uzzaû Menat
Mekkeyê qudsî digel beytul-heram
Ew kirin putxane wan qewmê senem
Boy tevê qewmê 'ereb ew qible bû
Nêv yemen Şam û Hîcaz wek wê nebû
Lew ji boy vê xwest xera ke Ke'beyê
Ebrehe tev leşkerê xwe daye rê
Lê xweda beyta xwe hamî ne hişt
Ew ji zulmê zalima bê paye hişt
Ref bi ref teyrê ebabîl pir gelek
Anî ser Eshabê Fîl Rebbê felek
Wan di avêt ser neyara pir zuxur
Ta helak bûn di nêva zûre zûr
Muşrîkê Mekkê bi heyr li sêr kirin
Lat û 'ûzza wê demê hêj ji bîr kirin
Qudreta Reb da nîşan ev mucîze
Her kesî dît fîl li ber çûk acîz e
Pêncsed û heftê û yek sal bû jimar
Ku ji mîlada Mesîh çû rûzigar
Nêv dîrokê bûye meşhûr ev zeman
Ew bi sala fîl tê zanîn bêguman
Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam
AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.
Yorumlar
Yorum Gönder