4. BÖLÜM - Rêhberê Xelasî

Adem û Hewwa şiyandin ser cîhan
Lewra cîhan bû mekanê imtihan

Ew gelek zêde gelek lew bûn hezîn
Pir girîn ew roj û şev ew pir girîn

Sal û meh borîn ku ew hatin cîhan
Hesreta cennet de man lê her zeman

Piştî wê xweş û rehetiya cennetê
Ew li dinyê ketine te'de û eziyete

Bê ked û xwêdan li dinyê nayê nan
Ev nivîsandî Xweda beriya zeman

Germ û havîn hem zivistan û seqem
Birçîbûn tîbûn nexweşî û elem

Rengê dinyê her ev edi her wext û an
Lew ne warê bê zewalê ev mekan

Roj bi roj pir bûn benî-adem yeqîn
Wan teva kir ta'etê Rebbê Mu'în

Zarwê Adem nêv evînê da dijîn
Lê bi dest dijmintiya wan kir le'în

Dev ji Qabîl ber neda kîn xiste dil
Ta ku Qabîl xwîn rijand û kir qetil

Xwîn rijî erdê ku Habîl bû şehîd
Ket ser erdê fîtnekî gelkî şedîd

Hê ji ew roj zarwê Adem bûn du şeq
Destê Qabîl batil e destê dî heq

Nav heq batil timî bu herb û ceng
Ta heta îro ji dîrokê dereng

Gelkê însana ji bîr kir Heq Xweda
Lew ji pend û şîretê wî bûn cüda

Çûne secdê ew ji boyî taxuta
Bûne 'ebdê zalim û mîr û puta

Hin ji boy Fîr'ewn û Şeddad xwey-curum
Hin ji boy Nemrûdê Babîl kar-zulum

Lê ji bo însan ji xew tev bin  şiyar
Pir Nebî hatin şiyandin bê jimar

Her yekî rast û durust û mîhrîban
Hem dilovan û cesur û qehreman

Ew li ber zordestê zalim her zeman
Bûne hêviya feqîr û bêriyan

Roj û şev teblîx kirin pêxembera
Dîtin eziyet lê ji qewmê kafira

Qewmê baxî qewmê kafir bûn helak
Her yekî hat ser wan afat û belak

Hin bi bahoz û tofanan hin bi deng
Hin di behran hin bi êşan hin bi ceng

Ka Semûd û Tubbe û Ad û Îrem
Kanî beldê zêde rind û muhteşem

Kanî Medyen kanî Eyke ka 'ubar
Kanî iqlimê cîhangirên xedar

Mislê van bê hed û duvel qewm û welat
Yek bi yek ew bûn helak çûn bê felat

Xirbehê wan man ji boyî 'îbretê
Enbiya lê man bi yada rehmetê

Pir selam ser enbiyayê muhterem
Adem û Nûh Îbrahîmê xwey-kerem

Hem Suleyman Şîd û Dawudê hedîd
Yûnûs û Yûsûf û Yehyayê şehîd

Hem Îsa Îdrîs û Mûsayê kelîm
Hem li Îshaq û Îsmaîlê helîm

Lût û Eyyûb hem li Ye'qûbê sebûr
Zekeriyya û Elyese Zulkîflê nûr

Hem Şu'eyb û Harûn û Îlyas û Hûd
Hem selam ser Salihê qewmê Semûd

Hem li wek vana selam ser cumleya
Her resûl û bi hezaran enbiya

Xasseten ser fexrê alem Mustefa
Merhem û dermanê derdan û cefa

Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam

AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak  göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Mervan Tan - Çêna Zalima Sözlerii

Ez te nadim malê dinê - Sözleri