3. BÖLÜM - Rehberê Xelasî
Muşterî bit kî ji boy rewdê cînan
Lazim e ew li pey Muhemmed bit rewan
Ew ji bo me kir mîsal Rebbê 'ezîz
Bê jiyan û sunnet û rêza temîz
Kî di pey şopa Muhemmed ku herê
Destê Rehman wê li ser bê li her dere
Wê vebê deriyê seadet li berê
Nabe poşman ew di roja mehşerê
Lew di cejn dawet û huzn û xemê
Hem şev û rojên mubarek her deme
Em Muhemmed yad bikin ey musluman
Qelb û canan em bikin pê şadûman
Kî ziyafet kê bide ji boy mumînan
Ferq nexê nava feqîr û zengînan
Ew ji mêvana re bigre hurmetê
Hem li miskîna bike pir şefqetê
Hem li mala wî di nav çend mumînin
Bête xwendin Mewluda Nebiyê Emîn
Em dikin hêvî ji Rebbê Muste'an
Wî bike xwedyê diayê salihan
Hem ji afat û bela wî dûr bikê
Wî di her du 'alema mesrûr bikê
Ser civata mewludê hem digre nûr
Cumle şeytanên le'în jê dibine dûr
Hem huzur tê qelbê ehlê suhbetê
Têne hem nav muslumana muhbetê
Em divên pê rabe zor û qehr û kîn
Bibe wesîle ji boyî bê sulh û evin
Ev nesîhet we'z û şîret ev selam
Xwendina mewludê pê bû xweş kelam
Navê Rehman bête gotin li ku derê
Ref bi ref mewcê melek tên wê dere
Lew Xwedê got meclîsê pak û temîz
Ser meqamê pir mezin digrim 'ezîz
Deng hemd û zikrê însan û melek
Digihê ser qatê semawat û felek
Ey birayê tabi'ê dînê mubîn
Tu ji vê xêra mezin mehrûm nemin
Muşterî bit mislê mêşa hingivî
Tu li kulîlkan pirsiyar bit her demî
Her gulîstana gula tê meş bike
Xweş bike cerg û dila tê geş bike
Hemd û tesbîh û selatan tu bixwîn
Pê bibe xwediyê heyat û hilm û jîn
Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam
AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.
Lazim e ew li pey Muhemmed bit rewan
Ew ji bo me kir mîsal Rebbê 'ezîz
Bê jiyan û sunnet û rêza temîz
Kî di pey şopa Muhemmed ku herê
Destê Rehman wê li ser bê li her dere
Wê vebê deriyê seadet li berê
Nabe poşman ew di roja mehşerê
Lew di cejn dawet û huzn û xemê
Hem şev û rojên mubarek her deme
Em Muhemmed yad bikin ey musluman
Qelb û canan em bikin pê şadûman
Kî ziyafet kê bide ji boy mumînan
Ferq nexê nava feqîr û zengînan
Ew ji mêvana re bigre hurmetê
Hem li miskîna bike pir şefqetê
Hem li mala wî di nav çend mumînin
Bête xwendin Mewluda Nebiyê Emîn
Em dikin hêvî ji Rebbê Muste'an
Wî bike xwedyê diayê salihan
Hem ji afat û bela wî dûr bikê
Wî di her du 'alema mesrûr bikê
Ser civata mewludê hem digre nûr
Cumle şeytanên le'în jê dibine dûr
Hem huzur tê qelbê ehlê suhbetê
Têne hem nav muslumana muhbetê
Em divên pê rabe zor û qehr û kîn
Bibe wesîle ji boyî bê sulh û evin
Ev nesîhet we'z û şîret ev selam
Xwendina mewludê pê bû xweş kelam
Navê Rehman bête gotin li ku derê
Ref bi ref mewcê melek tên wê dere
Lew Xwedê got meclîsê pak û temîz
Ser meqamê pir mezin digrim 'ezîz
Deng hemd û zikrê însan û melek
Digihê ser qatê semawat û felek
Ey birayê tabi'ê dînê mubîn
Tu ji vê xêra mezin mehrûm nemin
Muşterî bit mislê mêşa hingivî
Tu li kulîlkan pirsiyar bit her demî
Her gulîstana gula tê meş bike
Xweş bike cerg û dila tê geş bike
Hemd û tesbîh û selatan tu bixwîn
Pê bibe xwediyê heyat û hilm û jîn
Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam
AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.
Yorumlar
Yorum Gönder