2. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Ey Muhemmed serwerê her esfiya
Xatemê her murselîn û enbiya

Mislê barana biharê rehmetê
Pir bibarîn ser te Rebbê 'izzetê

Her çi ecsamê mulewwen ku heye
Ew di eslê 'eksê wê hubba te ye

Roj û şev hem behr û ber nehr û nebat
Tev bi eşqa te li qamin der heyat

Lê dilê ku man ji hubba te feqîr
Ew di gîrdaba melalê man esîr

Lew bi zarîn in li ber dergahê te
Em dikin hêvî ji fedl û cahê te

Tu şefaet kî li me van 'asiyan
Ber guha kî 'erzihal û gaziyan

Sellî ya Rebbî we sellîm bê 'eded
Ser ruh û canê Muhemmed ta ebed

Sed şukur ya Reb te da me ew Resûl
Me li pey wî dînê Îslam kir qebûl

Em dikin hêvî ji Rebbil 'alemîn
Dûr neke mej ser rêya Nebyê emîn

Nav kesê ser erd û asmana temam
Kes nebû pêştir ji wî xwedyê meqam

Em bi xatrê navê wî çêbûne tev
Erd û ezman roj û alem heyv û şev

Xwey seadet kî mezin bû bê qeder
Kê Muhemmed nas kir û lê kir nezer

Qencê 'alem Mustefayê bê guman
Îftîxara me teva ye her zeman

Lew Muhemed xweş hebîbê Zulcelal
Sahibê îkram û qedrek pir kemal

Ew ji boy miskîn û jara pir gelek
Dil henûn bû bê qeder qencê felek

Lew ji boy rehma Îlahil 'alemîn
Hatiye ser alema Nûrûl-emîn

Bigre destê mumîna ey canê can
Sî û seywan ser me bit roja giran

Xweş nizanim wesfê bêjim lew Nebî
Bes selamên Rebbê 'alem ser te bî

Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam

AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak  göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Ez te nadim malê dinê - Sözleri

Mervan Tan - Çêna Zalima Sözlerii