1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî
Bê jimar hemd û senayê qelb û can,
Em didin boy Xaliqê kewn û mekan
Wî bi însan daye zanîn ba-kerem
Xwendin û hem hîkmet û 'ilm û qelem
Ewwel û hem axire Rebbê 'ezîm
Hem 'elîm û hem Kerîm û hem Rehîm
Malikê eflak û ezman behr û ber
Raziqê cumle heyîne ruhdiber
Em temam anîn wucudê bi qudretê
Cin û însan wî bi îsmê rehmetê
Nîmeta xweş em kirin ku musluman
Hem Muhemmed ser serê me kir şivan
Boy hîdayet da me Qur'ana Kerîm
Rehberê çûna sîratel musteqîm
Ey Xwedayê bê şerîk û bê mekan
Tu me bê îman nehêlî tu zeman
Dûr nekî me ta hebin ku em bijîn
Yek demê ya Reb ji dînê xwey mubîn
Me bikî ya Reb ji ehlê pir wefa
Tabi'ê rêka Muhemmed Mustefa
Şaş nekî me ji vê rêyê ta axretê
Ta herin em nêv cînan û cennetê
Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam
AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.
Em didin boy Xaliqê kewn û mekan
Wî bi însan daye zanîn ba-kerem
Xwendin û hem hîkmet û 'ilm û qelem
Ewwel û hem axire Rebbê 'ezîm
Hem 'elîm û hem Kerîm û hem Rehîm
Malikê eflak û ezman behr û ber
Raziqê cumle heyîne ruhdiber
Em temam anîn wucudê bi qudretê
Cin û însan wî bi îsmê rehmetê
Nîmeta xweş em kirin ku musluman
Hem Muhemmed ser serê me kir şivan
Boy hîdayet da me Qur'ana Kerîm
Rehberê çûna sîratel musteqîm
Ey Xwedayê bê şerîk û bê mekan
Tu me bê îman nehêlî tu zeman
Dûr nekî me ta hebin ku em bijîn
Yek demê ya Reb ji dînê xwey mubîn
Me bikî ya Reb ji ehlê pir wefa
Tabi'ê rêka Muhemmed Mustefa
Şaş nekî me ji vê rêyê ta axretê
Ta herin em nêv cînan û cennetê
Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam
AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.
Bunun tamamini nerden bulabilirim
YanıtlaSil