Kayıtlar

Mewluda Nebî Kürtçe Sözleri - 3. BÖLÜM

Resim
Ewwelê tiştê xwedê îcat kirî Wî ji nûra xwe muhemmed çêkirî Girtî yek perçe ji nûrê ku bibe Lê hebîbê min muhemmed çêbibe Çend hezar sal çûn muhemmed hê hebû Erd û esman ‘erş û kursî yek nebû Paşê ew nur kirye behrê der hîcab Ma di behra qudretê da bê hîsab Ku xwedê ew nûr ji behrê anî der Jê re go ez kî me ey nûra beşer

Mewluda Nebî Kürtçe Sözleri - 2. BÖLÜM

Resim
2. Bölüm Ew kesê ku talibê xeyrê pir e Guh bide vê mewluda peyxember e Yek rîwayet ku ji Muhemmed hatiye Qedrê mewluda me ê ku girtiye Hin pere mesruf kirî ber mewludê  Wek çiyakî zêr di xeyrê dadidê Lê ebubekrê siddiq gotî bira Kê di ber mewludê ra serfkê pera Hem bide xwendin bizanî qîmetê Bû hevalê min di rê ka cennetê Got omer mewlud go kê teqdîr kirî Wê ji xwe ra îslametî îhya kirî Gotî osman mesrefa mewludê deyn Wek tu çûyê xezweya bedr û huneyn  Hem alî derheqê wê da gotîye Qedrê mewluda Muhemmed girtiye Wê bi îman derkevê bal axretê Bê hîsab ew kes diçê nav cennetê Surrê seqtî fexrê razî hem cuneyd  Ya fi’û me’rûfê kerxî ey ‘ubeyd  Her weha şeyxê welîyan yek bi yek Wesfê mewluda Mumemmed dan gelek Gotine ku ew mirovê qenc û zan Ba kê çand ehlê birayê misliman Wer girê lubsê munasib bêhna xweş Mewludek da xwendin û ba dilkî xweş Wê herê heşrê di gel sefa berê Di vexwêy avê ji hewzê kewserê Ê ku xwendî ser pera zêde bûwî Ji bo Muhemmed nabê vala destê wî  ...

Seyîdxan Mêrdînê Sözleri

Mêrdînê bexçê gulan Cîh û meskenê yar û dilan, delalê Dilkê min birîye ji xwe re, xemrevînê Li Mêrdînê heyvek hilat Mîna bûka serbixêlî, Mêrdînê Şox û şemal çi qas lê hat, delalê Weke zerya li şaneşînê Keziyên dirêj yeko yeko dihonê Awir da min wê çavşînê, delalê Subhan ji wê bejna te re Hiş û sewda birî ji xwe re Çavê min li te digere, delalê Mêrdînê deşt û ber e Qesr û qonax ji mermer e, delalê  Navê evîndaran li ser e, şêrînê Zinara te bejna te ye Nisêbîn Dêrik û Mîdyadê rex te ye Zeynel Abdîn, Mor Yaqûb xemla te ye. 

Mewluda Nebî Kürtçe Sözleri - 1. BÖLÜM (Muhammed Emin Haydari Mevlidi)

Resim
1.Bölüm Em bidin hemdê xwedê ey musliman  Daye me peyxemberê axir zeman Ey xwedayê go hîdayet daye me Nî’meta xweş dînê îslam daye me Nî’meta ji her nî’metê xweştir ev e Minneta ji her minnetê mestir ev e Go me îman aniye bi rebbê ‘ezîm Em muşerref bûn bi Qur’ana Kerîm  Ey xwedayê xaliqê ‘erd û sema Tu nehêlî ummeta ha der xema Em gunehkar çav li xufrana te ne Hêvîdarê rehm û îhsana te ne Em bi îman bêne erda mehşerê Pey Muhemmed herne hewdê kewserê Ey Muhemmed ey şefî’ê ummetê Hadî û Mehdî hebîbê îzzetê Ey tu bûyî çêtirê kewn û mekan Şehsiwarê alema fexra cîhan Ey Muhemmed ey resûlê îns û cin  Xwediyê tac û beyreqa roja mezin Mesneda vê ummeta ha her tu wî Deriyê fetha cenneta me her tu wî Ey Muhemmed ey îmanê enbiya  Ey tu nûra rûh û canê ewliya  Em gunehkar û de’îf in bê emel Hêvî ma efwa Xwedê ezzewecel  Em bi cahê te xelas bin ey nebî Rûh û canê me feda canê te bî Hûn ji eşqa dil bibêjin berdewam Ser Muhemmed essellatu wesselam. Minnet: İyilik, yardım,...

Eylül Nazlıer Leyro Leyro Sözleri

Leyro leyro leyro leyro leyro leyro  Leyro leyro leyro leyro leyro leyro  Dayê leyro Dayê hevala mi bermena Leyro leyro leyro leyro leyro leyro Dayê hevala mi bermena  Keyna keyî[keyeyî] bîya veyva şarî Hêsrê çiman gurgurnena Leyro leyro leyro leyro leyro leyro  Hêsrê çiman gurgurnena Keyna keyî [keyeyî] bîya veyva şarî Pê desmale estarena Leyro leyro leyro leyro leyro leyro Pê desmale estarena Keyna keyî [keyeyî] bîya veyva şarî Cîran[ê] yenê dest nêgêna Leyro leyro leyro leyro Cîran[ê] yenê dest nêgêna Dayik kore bê to bero Kam şîrin o, terk nêkeno Leyro leyro leyro leyro Kam şîrin o, terk nêkeno Dayik kore bê to bero Terkê dayik û bawk nêkeno Leyro leyro leyro leyro Terkê dayik û bawk nêkeno Dayik kore bê to bero

Ev e, Ev e, Ev e - Seîd Yûsiv

EV E EV E Ev e ev e ev e Ya ez wê divêm ev e Ji bîra min naçê Ne bi roj ûne bi şev e Sed qîzî bidin min Bi wan qayîl nabim Li ber dil şêrin e Wê nadim bi teva Gazin min jê heye Li min napirsî carek Çi bi serê min werê Li cem wê weke hev e Min dil jêre raxist Bi gul û beybûn e ketye dilê min de Û ji dil der nakeve Tê nêzîk bi nazî Divêm wê bigirim Destan dirêj dikim Ew ji min direve Di xwazim giran bim Hebkî xwe ragirim Go dûrî min herê Dil pey wê dikeve Gotin û Awaz: Seîd Yûsiv

Yaran Wasiyetim Sözleri

Yaran wesiyetim یاران وصیتم Yaran wesiyetim eme bê  Latan Herçem kewtûme dûre willatan  ای یاران، وصیت من نزد شما این باشد  هرچند که به سرزمین های دور افتاده ام  Teniya gorrekem le rê xêlan bê nizîk Hewargey Caf û Goran bê  تنها گور من در مسیر مردم باشد  نزدیک ییلاق جاف و گوران باشد  Kêlêkî berzîş be qet balay ş em,  Le jûr serim bê ,bê ziyad û bê kem سنگ قبر بلندی نیز به بلندای قد شەم  بالای سرم باشد، نه زیاد و نه کم Taqêkîş wêney taqî biroy ew  ke sucdegahî giyanim bê be şew. Binûsin be xwên cergî serkirdûm,  ke min be xwênî destî Şem mirdûm  طاقی هم مثل طاق ابروی او  تا شب ها سجده گاه جانم شود   با خون جگرم بنویسید   ، که من با تیر دست شەم مردم  Çonke ew şeme Tatarî Çîn e  le deşt bêzar e û çiyanişîn e  Belkû helkewê le ragozarê  rêgay bixate ser gorim carê چونکه او تاتار چین است  از دشت بیزار و کوه نشین است  تا که بیاید از رهگذری  یکبار راهش را از روی قبرم بگذراند Bizan...

Gotinên Strana Mihemedo - Mihemedo Sözleri

Wî de loy loy, loy loy loy loy, loy loy De loy loy loy loy loy loy loy loy, loy loy Gula civatan î loy loy Desmala li ser destê xortan î, loy loy Kelemê li ber çavê dijmin û neyaran î Wî de dayê, bejna mihemedê min nîşana serê çiya Bejna delalê min nîşana serê çiya Wî de agir bikeve mala wan romîyan Derbeke bejna mihemedê min dane wan hovîyan, loy loy loy loy loy loy, loy loy Ax de loy loy loy, loy loy Wî de lo lo loy loy mihemedo hevalo Wî de yadê bila bişewite çiyayê qerejdaxê bi kevir e Yadê bila bişewite çiyayê qerejdaxê bi kevir e Xeberdana xeberê dibêjin eskerê romê rê… mihemedê min digire Xeberê bidin Diyarbekir Sîwereka xopan bila heyf û tola mihemedê min bigire Loy loy loy loy loy loy, loy loy Ax de loy loy loy loy,  Wî de lo loy loy Mihemedê hevalo Ax de loy loy loy loy, loy loy loy loy loy loy, loy loy Gula civatan î, loy loy Desmala li ser destê xortan î, loy loy Kelemê li ber çavê dijmin û neyaran î

Ahmet Perinçek - Sara Perinçek Nazerînê Sözleri

Gotinên Stran a Nazerînê  Jiyana min tarûmar ke Ji nû ve bixuniqîne Dilê bêkes hembêz bike Bi eşqa xwe bixemilîne Nazerînê xwînşêrînê Vî evdalî hilweşînê Par par bike tu vî canî Birînên har bikewînê Pêşeroja min û te xweş Bi evînê bibim serxweş Ew ê alem behsê bike Çîroka min û te ya xweş Nazerînê xwînşêrînê Vî evdalî hilweşînê Par par bike tu vî canî Birînên har bikewînê

Helanê Helanê Sözleri - Sefqan Orkêş

Helanê helanê canê bi helanê Helanê helanê dostê bi rebenê Çûme bajêr carek canê bi helanê Hatim bajêr carek dostê bi rebenê Hine anî barek canê bi helanê Hine anî barek dostê bi rebenê Min lê nekir carek canê bi helanê Min lê nekir carek dostê bi rebenê Helanê helanê canê bi helanê Helanê helanê dostê bi rebenê Ez hatime bajêr dîsa canê bi helanê Ez çûme bajêr dîsa dostê bi rebenê Hine anî bi kîsa canê bi helanê  Hine anî bi kîsa dostê bi rebenê Min lê nekir dîsa canê bi helanê  Min lê nekir dîsa dostê bi rebenê Helanê helanê canê bi helanê Helanê helanê dostê bi rebenê Hina bajêr hûr e, canê bi helanê Hina bajêr hûr e, dostê bi rebenê Hine anî bi tûr e, canê bi helanê  Hina anî bi tûr e, dostê bi rebenê Min lê nekir dûra canê bi helanê  Min lê nekir dûra dostê bi rebenê Helanê helanê canê bi helanê Helanê helanê dostê bi rebenê