Seîd Yûsiv Çava kil ke Sözleri

helbesta seîd yûsiv e. ji aliyê gelek stranbêjan hatine strandin. mihemed şêxoşehrîbana kurdî jî têde gelek stranbêj ev helbest distriye. lê nizanim çima her kes gotinê stranê ji hev cuda bi lêv kirine.

helbest pirtûka seîd yûsivê de wiha derbas dibe; 

kur:
çava kilke xeml û xêla
xwe girêde keça delal
were dilê min der man ke 
te derb lêde û bêje menal 
were were were were
were were ez xwa nakim
ji kul û ji van kedere 

keç:
nayêm nayêm nayêm nayêm 
nayêm dil derman nakim 
nayêm ez ne dektor im
de ez birîndara rakim

kur:
keçê ez mirim te bi xwe li min 
rakir fermane û dil şewitî 
were bi mi ve dîtna te
ji min re dermane û ti na labetî 
keçê te baskê min jêkirin
mam bê mefer
kor bûm mi da ser şopa te 
û nîne veger

keç:
lawo xuya ye derdê te
pir giran in
ez jî bi xwe zanim awrê min
êş û jan in

kur:
dem û dewranê ez xapandim 
dilêm carek li dêv te meşî 
te es kirim wek ker û gêja 
kul bûn barek min nedî xweşî 
te ez xistim agir de
nikarim xwe derînim 
di bakim û ti nayê 
ez nikarim te bînim

keç:
xortê hêja menale
rih li te nema
te çi ji min divê ser sera 
va li ber te me

Yorumlar

  1. Slav û rêz hun karekî gelek û gelek baş dikin hun her hebin. Gelo emê çava divanên stranên Mamoste Seîd Yusîv peyda bikin.

    Rêz û slav

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ser her du çavan!

      Di danegeha tirsik.net ê de heye. Kerem bikin!

      https://tirsik.net/danegeh/pirtuk/seid%20yusif/

      Sil
    2. Min daxistin hun her hebin! Mala we hezarcarî ava be

      Sil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Mervan Tan - Çêna Zalima Sözlerii

Ez te nadim malê dinê - Sözleri