İslam Gelek Tu Şîrîn î Sözleri | Evîna Dil İlahi Sözleri

✅ Zindan Ehli Medrese ✅

Îslam gelek tu şêrîn î
Ji kerba te em dilbirînin
Tu yî ronahiya çavan 
Em vê dinyê bi te dibînin

Ger şêrîn î ez ferhad im
Ez te bi Zîna Memê nadim
Heta bimrim te bernadim
Dikim ser te huzn û şînê

Huzn û şîn bi şev û rojê
Cerg û kezebêm disojê
Dil kire agirê dojê
Min dî bira kes nebînê

Îslam tu evîna dilî
Ruh û can û jîna dilî
Dermanê birîna dilî
Dil te tenê dihewînî

Bê te em man di nîvê rêda
Me reş li ser te girêda
Em Yusuf in di vê rêda
Heye karwan me derînin

Îslam em qurbana te bin 
Can fedayê jîna te bin 
Bav û bira kes tunebin
Bes ji me ra tu bimînî

Yorumlar

  1. Keşke Türkçesi ni de yazsaydın
    Ses güzel,yorum güzel ama Türkçesi yok

    YanıtlaSil

  2. Bunu söyleyen kişinin adı ne

    YanıtlaSil
  3. Bedil Özdemir söylüyor ( dilefza ilahı grubu)

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Mervan Tan - Çêna Zalima Sözlerii

Ez te nadim malê dinê - Sözleri