9. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Ey îlahê Hey û Qeyyûm û 'elîm
Ey Reûf û ey Helîm û ey Rehîm

Hemdê kamil her ji boy navê Te ne
Sed şukur em mumîn û ebdê Te ne

Em dizanin Tu yî Rebbil-Alemîn;
Me îman anî bi te qelbê yeqîn

Ser resûlê te selatû wes-selam
Seyîdê me em temam jê ra xulam

Îftîxara me Muhemmed Mistefa
Serbilind in em bi wî bi can û sefa

Te ilahî em bi Ehmed şa kirin
Em bi vê lew nîmetê pir şa kirin

Ew Resûlek pir ezîz e ey Xweda
Mal û canê me teva jê ra feda

Ya Kerîm û ya Letîf û ya Metîn
Ya Xefûr û ya Wedûd û ya Mûîn

Bê xwedî man mumînê te li her derê
Pir belengaz çavê wan maye li rê

Tu bi rehmê meyzine li vî halê me
Hem şiyar ke qîz û xortê kalê me

Rebbena ya Rebbena ya Rehmîdar
Em gunnehkar in gelek em şermezar

Bê hîdayet bê şefaet bê kîtab
Me nehêle ji sualan bê cewab

Rû sipî derbas ke me ji roja hesab
Ji sirat û ji cehîm û ji ezab

Hem bi xatrê wî Muhemed Mistefa
Şa ke tu me bi cenneta zewq û sefa

Tu qebûl ke ya Xweda vê xwendinê
Van selat û van dua û xwarinê

Tu bike rehmê li xwediyê mewludê
Her çi qencî xwest ji te ya Reb bide

Ecr û xêra xwendina vê suhbetê
Bigihê rihê Mistefa li cennete

Bigihe hem al û sehabiyê kiram
Enbiya û ewliya û çar îmam

Bigihê rihê şuheda û mumînîn
Xazî û muhacîr û mucahîdîn

Bigihê rihê dê û bavê hazira
Eqreba û dost û ehbab û bira

Xaseten ser sahibê vê mewludê
Tu bibarîn ya Xweda pir rehmetê

Her kî guhdarbû li vê we'zê ji can
Ey îlahî ef û rehmêbik li wan

Ser rihê pêxember û al û sehab
Enbiya û murselînê xwey kitab

Hem li ser rihê cemî'ê mumîna
Çi mirî û çi saxê ji mêr û jina

Hem li rihê katibê vê nezmeyê ;
Alîkar û destegîrê cehdeyê

Ser nivîskarê vê mewluda şerîf
Mistefayê jar û bêzar 'u zeîf

Ser temamê rihê qenc û saliha
Hûn bixwînin suretê El-Fatiha

AMADEKAR: Pejmürde
Nîşe: Amadekirina gotinên Mewluda Kurdî de gelekî keda min heye. Ji ber vê kopîkirin û hwd. bloga min nîşan bidin.
Not: Büyük bir emekle yazdığım Kürtçe Mevlüt sözlerini blog yada YouTube kanalımı kaynak olarak  göstermek koşulu ile kopyalayabilirsiniz.

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

1. BÖLÜM - Rehberê Xelasî

Mervan Tan - Çêna Zalima Sözlerii

Ez te nadim malê dinê - Sözleri